Benjamin Netanyahu: Em nahêlin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe

Benjamin Netanyahu: Em nahêlin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku ew rê nadin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe.

Benjamin Netanyahu îro got ku Israîl qebûl nake ku hêzên Desteya Tehrîr El-Şam yan artêşa Sûrî ya nû derbasî deverên başûrê Şamê bibin.

Serokwezîrê Israîlê diyar kir jî ku welatê wî pabend e bi parastina Durziyan li başûrê Sûriyê û nahêle ku gef li wan were xwarin.

Beriya niha jî, Benjamin Netanyahu dabû zanîn ku ew qebûl nakin xaka Sûriyê ji bo êrîşên li dijî Israîlê bên bikaranîn.

►Her weha bixwîne: Îsraîl rojavayê Deraayê bobemabarn dike