PKKê derbarî nameya Ocelan daxuyanî da: Agirbestê radigihînin

PKKê derbarî nameya Ocelan daxuyanî da: Agirbestê radigihînin
PKKê derbarî nameya Ocelan daxuyanî da: Agirbestê radigihînin

Welat TV - Hewlêr

PKKê derbarî nameya Ocelan, Îro 1ê Adarê daxuyaniyek derxist û got ku "ji îro û pê ve" ew agirbestê radigihînin.

Komîta Rêvebir a PKKê di daxuyaniya xwe de dibêje ku li gel banga Ocelen, proseyeke dîrokî ya nû li Kurdistan û Rojhilata Navîn dest pê kir:

"Divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne".

Her weha diyar kir ku ew ê bi awayekî rasterast tevlê naveroka banga Ocelan bibin, "lê ji bo serkeftinê divê şert û mercên siyaseta demokratî û zemîna yasayî jî werin dabînkirin".

Komîteya Rêvebir a PKKê got ku ew amade ye li ser daxwaza Ocalan kongira partiyê li dar bixe, lê ji bo serkeftina kongirê divê Ocalan bi xwe wê bi rê ve bibe.

Roja Pêncşemê, Desteya Îmraliyê bi Serokê PKKê Ebdulah Ocalan re hevdîtin kiribû û nameyek jê veguhestibû. 

Ocelan di nameyê de bang li PKKê kir ku çekên xwe deyne û xwe hilweşîne û got ew berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigire ser xwe.