Binpêkirin li Efrînê encam dane.. Fermandarê "Hemzat" bû berpirsê firqeya 76an li Helebê

Binpêkirin li Efrînê encam dane.. Fermandarê

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta karbirêker a Sûrî Seyfedîn Polat ê ku bi "Ebû Bekir" tê naskirin û li ser lîsteya sizayan a Emerîkî ye, weke fermandarê firqeya 76an li parêzgeha Helebê destnîşan kir.

Seyfedîn Polat "Ebû Bekir" fermandarê grûpa ”Hemzat” e, ku gelek binpêkirin li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê encam dane.

Grûpa ”Hemzat” ji sala 2018an ve, hin dever li Efrînê kontrol kirine û gelek binpêkirin weke kuştin, revandina welatiyan, birîna daran û sepandina bacan encam dane.

Sala 2023yan, Emerîka siza li ser her yek ji grûpên ”Hemzat” û ”Emşat” ji ber binpêkirinên wan li Efrînê sepandin.

Ebû Bekir, ji bajarê Babê yê li gundewarê Helebê ye, piştî hilweşîna Rêjîma Esed weke Emîd di artêşa hikûmeta karbirêker a Sûrî de hat destnîşankirin.