Rewangeha Sûrî: 1659 sivîlan li Berava Sûriyê hatine kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rêxistineke mafnasî ya Sûrî da zanîn ku ji 6 ta 27ê Adarê, 1659 sivîlan li Berava Sûriyê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro di raportekê de got ku 7 welatî li gundê Ezêziyê li gundewarê Bakur Rojavayê Hemayê hatin darvekirin û destdirêjî li jin, zarok û kesên bitemen kirin.
Li gorî raportê, 25ê Adarê jî çekdarine gule berdan du welatiyan li heman gundî û birîndar bûn.
Rewangehê diyar kir ku ji 6ê Adarê ve, 1659 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin û çarenivîsa gelek kes ne diyar e.
Raportê serbar kir ku 62 komkujî li Beravê hatin belgekirin û hejmara giştî ya kuştiyan ji sivîl û çekdaran gihîştiye 2171 kesî.
►Her weha bixwîne: Nûnera Emerîka di Encûmena Ewlehiyê de banga parastina sivîlan li Sûriyê dike