Ehmed Hesen: Rêjeya Kurdan li Efrînê niha nêzîkî 80% ye

Ehmed Hesen: Rêjeya Kurdan li Efrînê niha nêzîkî 80% ye

Welat TV - Hewlêr 

Serokê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got, rêjeya Kurdan li Efrînê careke din zêde bûye û derketina hawirdeyan jî berdewam e.

Ehmed Hesen di daxuyanyekê de bo Welat TV got, piştî ketina Rêjîma Esed rêjeya vegera welatiyan bo mal û mulkên xwe li Efrînê ji gelek cihan zêde bûye.

Serokê xwecihya Efrînê ya ENKS diyar kir, di dema niha de rêjeya Kurdan nêzîkî 80 ji sedî ye, her weha rêjeya kesên hawirde yên mayî, di navbera 15 ta 20 ji sedî de ye.

Ehmed Hesen tekez kir, bi dawîhatina werzê xwendinê malbatên mayî yên hawirde dê vegerên parêzgehên xwe.

Serokê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî banga vegerê kir û got: Veger nasnameya Efrînê diparêze û guhertina demografî nahêle.

*120 malbatên derketin

1ê Gulanê, 120 malbatên ereb ên hawirde ji kampên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin û berê xwe dan parêzgehên xwe. Li gorî jêderan, ew karawan a 11emîn e û malbat ji şêniyên Himsê û Holê ne, ji sala 2018an ve ji malên xwe hatibûn derxistin û li Efrînê bi cî bûbûn.

*400 hezar vegeriyan Efrînê

ji aliyê xwe ve, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed eşkere kir ku dema dezgeh gihiştiye Efrînê sala 2023yan, tenê 150 hezar ji Kurdên wê mabû, lê niha 400 hezar Kurd vegeriyane, me her dem piştevaniya vegerê dikir û em handerê vegerê ne.