Siwêda.. Termên bi dehan Durzî gihîştin bajarê Selxedê
Welat TV - Hewlêr
Termên welatiyê Durzî yên ku di şerûpevçûnên çend rojên bûrî de hatibûn kuştin gihîştin bajarê Selxedê li parêzgeha Siwêdayê da ku bi xakê werin spartin.
Îro bi dehan termên welatiyên Durzî yên ku di şerûpevçûnan de li gel hêzên hikûmeta Sûrî ya veguhêz de li deverên Cereman û Eşrefiyit Sehnaya li Gundewarê Şamê û li hin deverên gendewarê Siwêdayê hatibûn kuştin, gihîştin bajarê Selxedê, nimêj li ser wan hate kirin û pişt re dê xakê werin spartin.
Bi dehan oldarên Durziyan di nimêjê de beşdar bûn, her weha bi sedan welatiyên bajêr beşdar bûn û wêneyên wan hildan.
Bi vê bûneyê Şêx Mehmûd El-Henawî yek ji oldarên navdar ên Durziyan diyar kir ku ew bi aştî dijîn, destdirêjiyê li ser kesî nakin lê ku êrîş li ser wan werin encamdan ew ê berevaniyê bikin.
Ev yek piştî îmzekirina rêkeftinekê di navbera oldar û rûsipiyên Durzaiyan û hikûmeta Şamê de tê, ku piştî wê rêkeftinê girjî li deverên Durzînişîn rawestiyane.