El-Şeybanî: Em rêkeftina Turkiyê û PKKê pîroz dikin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Es´ed El-Şeybanî pîrozbahiya rêkeftina di navbera Turkiyê û PKKê de kir û da zanîn ku ev rêkeftin dê bibe sedema aramiyê li deverê.
El-Şeybanî pîrozbahî îro di kongireke rojnamevanî de piştî civîna sêalî di navbera Sûriyê, Turkiyê û Urdinê de li ser asta Wezîrên Derve pêşkêş kirin û got ku ew ê hevkariyê bi Turkiyê û Urdinê re zêde bikin ji bo rûbirûbûna gefan û milîsên girêdayî welatên derve.
Derbarê rêkeftina El-Şeri´ - Ebdî, Es´ed El-Şeybanî diyar kir ku ew rêkeftin tê di çarçoveya hewlên hikûmeta Şamê de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê.
Li gorî El-Şeybanî, yekîtiya Sûriyê ne cihê gengeşeyê ye û mafên hemû welatiyên Sûrî dê misoger bin.
Wezîrê Derve di hikûmeta veguhêz a Sûrî de got jî ku êrîşên Israîlê li başûrê Sûriyê berdewam in û bûne sedema ketina qurbaniyan.
El-Şeybanî bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li Israîlê bike da ku êrîşên wê li ser xaka Sûriyê werin rawestandin.
*Her weha bixwîne: PKKê bi fermî xwe hilweşand û çalakiyên xwe yên çakdarî bi dawî anîn