HRW: Binpêkirinên çekdarên "Artêşa Niştîmanî" li dijî Kurdan berdewam in

HRW: Binpêkirinên çekdarên

Welat TV – Hewlêr

Rêxistina Human Raghts Watch da zanîn ku grûpên çekdar ên bi navê artêşa niştîmanî yên bi ser Turkiyê ve di binpêkirinan de berdewam in.

Li gorî raportekê ji rêxistinê, ew çekdar di girtina sivîlan û serederiyê nebaş bi welatiyan re li deverên Bakurê Sûriyê berdewam in.

Rêxistinê da zanîn jî, tevî encamdana binpêkirinên mezin li dijî welatiyên sivîl, kar tê kirin ji bo tevlîkirina wan grûpan di nav artêşa Sûriyê û destnîşankirina wan di postên hikûmî û leşkerî de.

Rêxistina Human Raghts Watch got jî ku encamderên binpêkirinan niha xwedî biryar in û pileyên bilind di artêşa Sûriyê ya nû de wergirtine:

*Mihemed Casim Ebû Emşa bûye fermandarê  furqeya 62

*Sêf Bolad bûye fermndarê furqeya 76

*Fehîm Îsa bûye alîkarê wezîrê berevaniyê bo karûbarên deverên bakur

*Ehmed Hayis Ebû Hatim Şeqra bûye fermandarê furqeya 86

Human Raghts Watch tekez kir, ku divê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kar li ser bidawîkirina binpêkirinan bike û binpêkirinan li dijî Kurdan rawestîne her weha kesên ku destê wan di binpêkirinan de hebe, ji hêzên ewlehiya Sûriyê bên bidûrxisitin.

*Hikûmeta Sûriyê û Turkiyê berpirs in 

Human Raghts Watch got jî: Hikûmeta Sûriyê berpirs e, di ber her binpêkirinekê de, her weha Turkiyê jî berpirs e ji ber ku heta niha piştevaniyê dide wan çekdaran dike, û divê werin sizadan û dadgehkirin.