Barrack: Trump dixwaze Sûriyê weke welatekî ku piştgiriya terorê nake ragihîne
Welat TV - Hewlêr
Di yekem seredan xwe de bo Sûriyê, şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê Tomas Barrack diyar kir ku Donald Trump dixwaze di demeke nêzîk de Sûriyê weke welatekî ku piştgirya terorê nake, ragihîne.
Tomas Barrack îro 29ê Gulana 2025an di çarçoveya serdana xwe de bo Şamê, bi amadebûna wezîrê derve yê Sûriyê Es’ed El-şeybanî di mersîmekê de ala Emerîka li mala niştecîbûnê bilind kir.
Tomas Barrack ji rojnamevanan re got, Serokê Emerîka dixwaze rêxistina DAIŞ a terorîst ji kokê ve ji nav bibe, her weha di demeke nêzîk de Sûriyê weke welatekî ku piştgirya terorê nake, ragihîne.
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê da zanîn jî, welatî wî dê kar li ser handana bazirganiyê li Sûriyê bike ji bo nehiştina bandorên sizayan.
*Civîna li gel Ehmed El-Şeri´
Piştî wê, Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê û Ehmed El-Şeri’ civiya, di civînê de her yek ji wezêrê derve yê Sûriyê Es’ed El-şeybanî, yê berevaniyê Murhef Ebû Qesra û serokê istixbaratan Hisên Slame amade bûn.