Kuştina serkirdeyên leşkerî.. Hûrgiliyên êrîşa Israîlê li ser Îranê
Welat TV - Hewlêr
Berbanga îro, Israîlê dest bi êrîşeke berfireh li dijî Îranê kir, tê de bêtirî 200 balafirên şer hatin bikaranîn.
Êrîşa Israîlê, dezgehên etomî yên Îranê, kargehên mûşekên balîstî û serkirdeyên mezin ên Pasdaran û zanayên etomî armanc kirin.
Artêşa Israîlê ragihand ku "ev destpêka êrîşeke domdar e ji bo qedexekirina Îranê di çêkirina çekên etomî de".
*Di êrîşa Israîlê de kî hate kuştin?
Di êrîşa Israîlê de kuştina hejmarek serkirde û zanayên diyar ên Îranê hate ragihandin, ji wan:
"Hisên Selamî fermandarê Pasdaran, Mihemed Baqirî serokerkanê artêşa Îranê, Elî Şemxanî şêwirmendê Xamineyî û Xulam Elî Reşîd serkirdeyê Pasdaran.
Her weha Mihemed Mihdî Tehrançî zanayê etomî û serokê zanîngeha Azad a Islamî û Ferîdon Ebasî zanayê etomî û serokê berê yê Komîta Enerjiya Etomî, hatin kuştin".
*Israîlê çi armanc kir?
Israîlê dezgehên pîtandina Uraniumê yên Îranê armanc kirin, ji wan: Netinz, Xundab û Xoram Abad.
Her weha kargehên mûşekên balîstî, sîstemên berevaniya esmanî, xalên radaran, baregehên serkirdayetî û bingehên leşkerî li Tehranê û devrine din hatin bombebarankirin.
Li gorî wezîrê berevaniyê yê Israîlê Israîl Katz, piraniya serkirdayetiya hêza esmanî ya Pasdaran di dema civîneke nehênî de hate jinavbirin.
Li aliyekî din, rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî di yekem daxuyanî de got: "Bila Israîl li benda sizayeke zehmet be û bi vê êrîşê çarenvîseke biêş û azar ji xwe re nexişand".
Medyaya Îranî jî got ku Tehranê nêzîkî 800 dron û mûşek berev Israîlê avêtin.
*Helwesta Emerîka
Wezîrê derve yê Emerîka Marco Rubio ragihand ku Emerîka beşdarî di vê êrîşa li dijî Îranê de nekiriye, lê Israîl ji wan re gotiye ew dibîne ku ev kar giring e ji bo xweparastinê.
Rubio di heman demê de hişyarî da Îranê ku bi tu şêweyên tolvekirinê, hêzên Emerîkî li deverê armanc neke.
*Karvedan
Li ser asta herêmî û navdewletî gelek welatan ev êrîşên Israîlê li ser Îranê red kirin û hişyarî ji metirsiya têkdana aramiya deverê da.
Êrîşên Israîlê li dijî Îranê di wê demê de tên ku biryar bû berpirsên Emerîkî û Îranî gera 6emîn a danûstandinên derbarî bernameya etomî ya Îranê roja Yekşemê encam bidin, lê weke ku çavdêr dibêjin "diyar e danûstandin gihiştin rêyeke girtî".