Trump bo Îranê: Rêkeftinê girê bidin beriya jidestdana her tiştî
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump derbarî êrîşên Israîlê daxuyanî da û got divê Îran rêkeftina etomî qebûl bike.
Trump di daxuyaniyekê de li ser platforma "Truth Social" got ku wî gelek derfet dane Îranê ji bo girêdana rêkeftinê lê ev yek çênebû.
Got jî: "Gelek tundrewên Îranê bi wêrekî axivîn lê niha ew hemû mirî ne û rewş xerabtir dibe".
Serokê Emerîka diyar kir jî ku "hîn dem ji bo rawestandina komkujiyê beriya êrîşên tundtir heye" û got ku divê Îran rêkeftinê girê bide beriya ku tiştek nemîne.
►Her weha Bixwîne.. Kuştina serkirdeyên leşkerî.. Hûrgiliyên êrîşa Israîlê li ser Îranê