Du çekdaran ciwanekî Kurd li Efrînê kuşt
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî Kurd ê bi navê Mustefa Cemîl Şêxo bi guleyên du çekdaran li herêma Efrîna Rojvayê Kurdistanê hat kuştin.
Jêderan da zanîn ku tawan duh bi şevê li gundê Hec Hesna yê navçeyê Cindirêsê ya Efrînê rû daye.
Jêderan tekez kir ku Şêxo li ser karê xwe bû û noberdariya depên enerjiya rojê dikir.
*"Me bi vî miletî çi kiriye"
Bavê Mustefa Şêxo di vîdyoyekê de derket tê de digirî û hawar dike û dibêje hûn ê me çi bikin, me bi vî miletî çi kirî.
Bavê Mustefa Şêxo tekez kir ku li ser kar xwe bû û xizmetî zeviyê xwe dikir.
Çalakvanan li ser torên civakî banga sizadan û dadgehkirina tawanbaran kir, her weha banga nehiştina diyardeyên çekdarî û binpêkirinan kir.