UN asankariyên Herêma Kurdistanê bo penaberên Sûrî bilind dinerxîne
Welat TV - Hewlêr
Neteweyên Yekgirtî pêşwazî li biryara Herêma Kurdistanê ya efûkirina penaberên ku kartên wan ên niştecîbûnê bi ser ketî ji dana sizayê, bilind nirxand.
Komîsera Bilind a Neteweyên Yekgirtî got ku destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji ber pêşkêşkirina asankariyan bo penaberên Sûrî, û dana 60 rojî weke molet ji bo derxistin û nûkirina belgeyan bilind nirxand.
Neteweyên Yekgirtî da zanîn ku li gorî biryara Herêma Kurdistanê, penaber sizayan nadin û dikarin bê pirsgirêk belgeyên xwe derxin.
Komîserê diyar kir ku 300 hezar penaberên Sûrî li Iraqê tomakirî ne jê 260 hezar li Herêma Kurdistanê ne.
UN tekez kir ku ew ê, di demeke nêzîk de, kar li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û alîkar be di bicîkirina biryarên taybet de.