100 hezar penaberên Sûrî ji Xazî Entabê vegeriyane welatê xwe

100 hezar penaberên Sûrî ji Xazî Entabê vegeriyane welatê xwe

Welat TV - Hewlêr

100 hezar penaberên Sûrî ji Xazî Entabê ji dema ketina Rêjîma Esed ve vegeriyane welatê xwe.

Parêzgarê Xazî Enytab Kemal Şeber di kongireke rojnamevanî de got: ji dema ketina Rêjîma Esed ve 100 hezar penaberên Sûrî ji Xazî Intabê vegeriyane welatê xwe.

Şeber da zanîn, niha hejmara Sûriyan li Xazî Intab 371 hezar û 639 Sûrî ne, û di meha Hezîranê de 1291 nişteciyên ku bi qaçaxî derbasî Xazî Intabê bûne, vegerandina welatê wan.

*87 hezar di 2 dergehên sînorî re vegeriyane

Duh Hikûmeta veguhêz a Sûriyê da zanîn ku 87 hezar penaberên Sûrî di dergehên Bab El-Selame û Bab El-Hewa yên sînor bi Turkiyê re di Hezîrana Bûrî de, vegeriyane welatê xwe.

Desteya Giştî ya dergehên Sînorî yên Bejayî û Deryayî ya Sûrî got, di meha bûrî de, 60 hezar penaberên Sûrî bi rêya Bab Selame vegeriyane Sûriyê.

Li gorî desteyê, 27 hezar penaber jî bi rêya Bab Hewa ji Turkiyê vegeriyane welatê xwe.