CENTCOM: Hêzên me berpirsekî DAIŞê li Sûriyê kuşt

CENTCOM: Hêzên me berpirsekî DAIŞê li Sûriyê kuşt

Welat TV - Hewlêr

Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê berpirsekî rêxistina DAIŞ a terorîst li Sûriyê kuşt.

CENTCOMê îro da zanîn ku hêzên wê li Sûriyê berpirsê DAIŞê yê bi navê Umer Ebdulqadir ku gef li ser Emerîkayê dixwar, kuşt.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî diyar kir ku Ebdulqadir hewl dida êrîşî Emerîkayê bike û kuştina wî rêgiriyê li êrêşîn rêxistina terorî ku gefê li welatiyên Emerîkî û hevalbendên wê dixwin, dike.

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper got ku ew ê bi tundî şerê terorîstên ku hewl didin êrîşî Emerîka yan hêzên wê yan jî hevalbendên wê li derveyî Emerîkayê, bikin.