Trump: Dibe îro ragihandineke mezin derbarê Sûriyê hebe

Trump: Dibe îro ragihandineke mezin derbarê Sûriyê hebe

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku dibe îro ragihandineke mezin derbarê Sûriyê hebe.

Trump ev yek di kongireke rojnamevanî de piştî civîna wî û Serokê Turkiyê li Koşka Spî ragihand û diyar kir ku tiştê li Sûriyê çêbûyî deskefteke baş e.

Donald Trump da zanîn ku rola Receb Teyib Erdogan mezin bû di hilweşîna Rêjma Esed de.

Serokê Emerîka got jî ku wî biryar da sizayan ser Sûriyê rake da ku derfetekê bide wê.

Ji aliyê xwe ve, Receb Teyib Erdogan da zanîn ku ew ê li gel Trump pirsgirêkên li deverê bi dawî bikin.

Her weha bixwîne: Turkiyê: Em pêwendiyên HSD û hikûmeta Sûriyê ji nêzîk ve dişopînin