Di êrîşeke bi dronan de kesek li gundewarê Idlibê hate kuştin

Di êrîşeke bi dronan de kesek li gundewarê Idlibê hate kuştin
Di êrîşeke bi dronan de kesek li gundewarê Idlibê hate kuştin

Welat TV - Hewlêr

Kesek li gundewarê Idlibê di bombebarana dronekê de hat kuştin û tê pêşbînkirin ku Hevpeymaniya Navdewletî ev êrîş encam daye.

Jêderên Xwecihî da zanîn ku xalek li bajarokê Temani'a li gundewarê Idlibê bi dronekê hate bombebarankirin, û di encamê de kesek hate kuştin.

Li gorî jêderan, "ev êrîş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve hatiye encamdan û endamekî rêxistina DAIŞa terorîst bi navê Haşim Rislan hatiye kuştin".

Roja 19ê vê Êlûnê, di êrîşekê de li gundewarê Hemayê berpirsekî DAIŞê hatibû kuştin.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî "CENTECOM" ragihand ku hêzên wê li Sûriyê berpirsê DAIŞê yê bi navê Umer Ebdulqadir ku gef li ser Emerîkayê dixwar, kuşt.