Efrîn.. ENKS ecamdana tawanan şermezar dike û banga derxistina çekdaran dike
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî encamdana tawan û binpêkirinan li Efrînê şermezar kir û banga sizadana tawanbaran kir.
Xwecihiya Efrînê ya ENKS di daxuyaniyekê de got ku bi sedema hebûna çekên nekontrolkirî û çekdaran û nebûna dewriyên Ewlehiya Giştî yên pêwîst, rewşa ewlehiyê têk diçe.
Got jî ku encamderên tawan û binpêkirinan ji sizadanê rizgar dibin.
Her weha diyar kir ku di dema dawiyê de hejmarek tawan çêbûn û kesên bê guneh bûne qurbanî.
Xwecihiya Efrînê ya ENKS bi tundî ew tawan û binpêkirin şermezar kirin û daxwaza sizadana tawanbaran kir.
Her weha daxwaz kir ku çekdar ji gund û bajarokan werin derxistin û ewlehî û aramî belav bibin.
►Welatiyekî Efrînê ji aliyê kesine nenas ve hate kuştin