Hêzên Emerîkî helmetek li Tedmurê encam da û hejmarek kes girtin

Hêzên Emerîkî helmetek li Tedmurê encam da û hejmarek kes girtin
Hêzên Emerîkî helmetek li Tedmurê encam da û hejmarek kes girtin

Welat TV - Hewlêr

Şeva bûrî Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û piştî êrîşa Tedmurê ya li dijî Hêzên Emerîkî û ewlekariya Sûriyê, dest bi hilmetekê li bajêr kir.

Balafiran bombeyên ronakî ji esmanan avêtin û hêzên Emerîkî derbasî taxên Wadî û Cimhûriye li Tedmurê bûn.

Li gorî zanyariyan, hilmetê nêzîkî 2 demjimêran berdewam kir û herî kêm 3 kes hatine girtin.

*Êrîşa Tedmurê

Duh Şemiyê piştî danê esrê di dema encamdana gereke meydanî ya hevbeş de li nêzîkî bajarê Tedmurê, hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî gulebaranê hatin.

Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî "Centcom" di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarekî rêxistina DAIŞê ya terorîst êrîşî hêzên Emerîkî li Sûriyê kir.

Got jî ku di encama êrîşê de, 2 serbazên Emerîkî û sivîlekî Emerîkî hatine kuştin û 3 serbazên din birîndar bûn, û ew êrîşker jî hate kuştin.

*Trump: Em ê bersivê bidin

Her di derbarê êrîşê de serokê Emerîka Donald Trump daxuyanî da û got ku eger êrîşeke din li ser hêzên wan li Sûriyê hat kirin ew ê bersivê rêxistina DAIŞê bidin.

Her weha got ku "serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' ji êrîşê bihêrs û bêzar e û rêkarên tund ên tolvekirinê dê hebin".

*Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Sûriyê

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyê Nûredîn El-Baba got ku wan beriya niha hişyarî ji egera êrîşekê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ya terorîst ve dabû hêzên Hevpeymaniyê, lê "wan hişyarî berçav negirt".

Li gorî El-Baba, girêdana encamderê êrîşê bi serkirdayetiya ewlehiya navxwe ve tune ye, û nirxandina wî hatibû kirin ku "hilgirê hizrên tundrew e, û dê ji ewlehiya navxwe bihata dûrxistin".

Êrîşa Tedmurê gelek karvedan û şermezarkirinên navxweyî, herêmî û navdewletî bi xwe re derxistin holê. Şirovekar û çavdêr jî dibêjin ku ev yek dê guhertinekê di strateciya şerê dijî DAIŞê de dirust bike.