Emerîka pêşwaziyê li agirbesta Helebê dike: Em kar dikin ji bo dirêjkirina heyama wê

Emerîka pêşwaziyê li agirbesta Helebê dike: Em kar dikin ji bo dirêjkirina heyama wê

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack ragihand ku welatê wî pêşwaziyê li agirbesta demkî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê dike û kar ji bo dirêjkirina wê dike.

Tom Barrack di daxuyaniyekê de li ser tora ”X” da zanîn ku ew spasiya hemû aliyan dikin, hikûmeta Sûriyê, HSD, desthilatên xwecihî û fermandarên civakê, li ser dana derfetekê bo agirbestê.

Şandiyê Emerîka bo Sûriyê hêvî kir ku ew dawiya vê hefteyê bigihin aramiyeke herdem û diyalogeke kûrtir.

Barrack got ku ev agirbest Sûriyê berev takerêyeke hevbeş ji bo ewlehî û aştiya herdem dibe.

Tom Barrack diyar kir ku ew kar dikin ji bo dirêjkirina heyama wê agirbestê ku ta demjimêr 9ê sibehê ya îro hatibû destnîşankirin.