Naveroka pêwendiya Serok Barzanî li gel Ehmed El-Şeri’
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî li gel serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ dawîn pêşhate li Sûriyê gotûbêj kirin.
Serok Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ji serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ wergirt.
Baregeha Barzanî ragihand ku di pêwendiyê de dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê û guhertinên li deverê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî ser giringiya aramî û hemahingiya hevbeş kir.
El-Şeri’ tekez kir ku Kurd pêkhateyeke resen û sereke ya gelê Sûriyê ye.
Her weha tekezî li ser pabendiya dewleta Sûriyê bi gerentîkirina hemû mafên niştîmanî, siyasî û medenî yên Kurdan û pêkhateyên din bi şêweyekî yeksan û bê cudahî, kir.
Ji aliyê xwe ve jî Serok Barzanî pêzanîn bo nêrîna El-Şeri’ derbirand û tekezî li ser piştgiriya viyan û xwestekên Sûriyan di avakirina dewleteke giştgir de kir, ku hemû alî û pêkhateyan li xwe bigire û hemû tê de hevpar bin..
Serok Barzanî tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya rawêjkarî û hemahingiyê kir ku bikeve berçavgirtina berjewendiyên hemû aliyan û parastina aştiya civakî.