Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane dikin

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron bi telefonê axivîn.

Di peywendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransa dawîn pêşhatên rewşa deverê gotûbêj kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşhatên şer diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê kir.

Di peywendiyê de, tekezî li ser bihêzkirina hewlên navdewletî ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina kêşeyan bi rêyên aştiyane û deplomatîk hate kirin.