Emerîka: Rêjîma Esed bi dahata Kaptagonê xelkê Sûriyê serkut dike

Emerîka: Rêjîma Esed bi dahata Kaptagonê xelkê Sûriyê serkut dike

Welat TV - Hewlêr

Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê ragihand, Rêjîma Esed bi dahatên Kaptagonê xelkê Sûriyê serkut dike û ewlekariya deverê aloz dike.

Balyozxaneya Emerîkî îro li ser tora civakî ”Facbook” ragihand, rêjîma Esed Sûriyê kiriye jêdera sereke ya çêkirin û belavkirina Kaptagonê û bazirganiya wê li Rojhilata Navîn û Ewropayê dike.

Diyar kir, rêjîm dahatên mezin ji bazirganiya Kaptaginê ya ne rewa bidest dixe, bi rêya vê bazirganiyê jî Sûriyan serkut dike û aramî, ewlekarî û tendirustiya giştî li deverê aloz dike.

Balyozxaneyê amaje kir, dê Emerîka di kar de berdewam be ji bo rûberûbûna çalakiyên diravî yên rêjîma Sûrî yên ne rewa, qaçaxiya Kaptagonê û gefên madeyên hişbir.

Li gorî malpera El-Monitor ya Emerîkî, derdora 80 % ji Kaptagona li cîhanê li Sûriyê tê çêkirin û Beşar El-Esed û kesên bi ser ve bi alîkariya Hîzbulah a Libnanî û milîsên ser bi Îranê ve çêkirin û bazirganiya Kaptagonê bi rê ve dibin.