Şe´ban derbarê hevdîtinan bi Turkiyê re: Divê binpêkirinên li dijî Kurdan rawestin

Şe´ban derbarê hevdîtinan bi Turkiyê re: Divê binpêkirinên li dijî Kurdan rawestin

Welat TV - Hewlêr

Şêwirmenda Taybet a Rêjîma Sûrî Buseyna Şe´ban ragihand ku ta hêzên Turkiyê li xaka Sûriyê hebin û binpêkirinên li dijî Kurdan berdewam bin, ew bi Turkiyê re nacivin.

Rojnameya El-Weten a nêzîk Rêjîma Sûrî îro da zanîn ku Buseyna Şe´ban di semînarekê de li Wezareta Derve ya Omanê, li Mesqet paytexta Omanê, ev yek ragihandiye.

*Em nacivin eger Turkiyê ji Sûriyê venekşe

Li gorî rojnameyê, Şe´ban got ku "Erdogan mijara nêzîkbûna bi Sûriyê re ji bo berjewendiyên xwe li ser asta ragihandinê di hilbijartinan de, bi kar aniye".

Buseyna Şe´ban serbar kir: “Turkiyê tiştekî pêşkêş nake û dixwaze ku hêzên wê li cihê xwe bimînin, xaka me dagîr bikin û li Kurdan bidin, ev yek jî qebûl nabe”.

Şêwirmenda Taybet a Rêjîma Sûrî diyar kir ku “Sûriyê li ser zarê serok Beşar El-Esed got: Divê Turkiyê hêzên xwe vekşîne, me negotiye bila ew yekser vekşin, û dema wê yekê qebûl nekin, em bi wan re nacivin”.

21ê Êlûnê, Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand ku ew li binda bersiva Rêjîma Sûrî ne ji bo lidarxistina hevdîtinekê bi Beşar El-Esed re.

►Her weha bixwîne: Esed ji bo vegerandina peywendiyan: Daxwaza me Turkiyê ji xaka me vekişe lê ne merc e