Di nav pîvazan de bûn.. 500 hezar hebên Kaptagonê li Helebê hatin desteserkirin

Di nav pîvazan de bûn.. 500 hezar hebên Kaptagonê li Helebê hatin desteserkirin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya dergehê El-Ra´î yê li ser sînorê Sûrî - Turkî dest danî ser bi hezaran hebên Kaptagonê.

Rêveberiya dergehê El-Ra´î ya ”Hikûmeta Sûrî ya Demkî” li gundewarê Helebê duh da zanîn ku wê dest danî ser 500 hezar hebên Kaptagonê.

Li gorî rêveberiya dergehê, ew heb di barhirlgireke barkirî bi pîvazan de, hatibû veşartin.

*Ji deverên Rêjîmê berev Turkiyê

Rêveberiya dergehê diyar kir ku ew heb ji deverên Rêjîma Sûrî berev Turkiyê, dihatin birin.

2ê Êlûnê jî, ”Artêşa Niştîmanî” ya Opozisyona Sûrî û Istixbaratên Turkiyê “MIT” dest danîn ser zêdetirî 600 hezar hebên Kaptagonê li deverên di bin kontirola Opozisyona Sûrî de.

►Her weha bixwîne: Emerîka: Rêjîma Esed bi dahata Kaptagonê xelkê Sûriyê serkut dike