Penaberekî Kurd li Libnanê di êrîşeke Israîlê de jiyana xwe ji dest da

Penaberekî Kurd li Libnanê di êrîşeke Israîlê de jiyana xwe ji dest da

Welat TV – Hewlêr

Di encama êrîşeke Israîlê de li Libnanê penaberekî Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got, Ebdulrehman Mûsa Henan ê 29 salî di encama êrîşeke Israîlê de jiyana xwe ji dest da.

Jêderê da zanîn, êrîşa Israîlê li ser taxa Sulh a bajarokê Beilbek bû, tê de ew bû qurbanî.

Li Libnanê bi xakê hat spartin 

Ebdulrehman Mûsa Henan ji şêniyên gundê Meydankê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li Libnanê bi xakê hat spartin.

13 qurbanî 

Li gorî belgekirina Welat TV 13 penaber ji destpêka şer li Libnanê di encama êrîşên Israîlê de jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan ji Efrînê ne.