Esed: Pêşhateyên li Sûriyê hewleke ji bo parçekirina deverê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Rêjîma Sûrî Beşar Esed da zanîn ku pêşhaeyên şer yên dawiyê li Sûriyê hewleke ji bo parçekirina deverê û xêzkirina nexşeyan li gor berjewendiyên Emerîka û welatên rojavayî.
Îro di peywendiyeke telefonî de, li gel serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Beşar Esed got ku armanca şerê niha li Sûriyê parçekirina welatên deverê û têkdana aramiyê ye.
Li gorî ragihandina Rêjîmê, Esed daye zanîn jî ku "ew ê bi viyaneke bihêz rûbirûyî vê pilanê bibin da ku destekên terorê li Sûriyê ji nav bibin".
Ji aliyê xwe ve, Pizîşkiyan da zanîn ku "ev şer pilaneke Emerîkî – Israîlî ye ji bo têkdana aramiyê li deverê", û tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji Rêjîmê re kir û hewlên parçekirina Sûriyê red kirin.
Duh Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî gihişt Şamê û li gel Esed civiya, berbanga îro jî gihişt Enqerê û li gel Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.
*Şerê Helebê
“Rêveberiya Operasyonên Leşkerî” ragihand ku wê dest daniye ser hejmarek cihên giring li Helebê weke Akadîmiya Serbazî, Devera Pîşesazî li taxa Şêx Necar û bajarê Xenasir li başûrê Helebê.
Piştî çend rojan ji şer, “Desteya Tehrîr El-Şam” û grûpên Opozisyona Sûrî dest danîn ser piraniya taxên Helebê.