Serokwezîr Barzanî beşdarî korbenda Davos ê dike

Serokwezîr Barzanî beşdarî korbenda Davos ê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi mebesta beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davos ê, gihişte Swîsrayê.

Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davos ê dê dê ji 20 heta 24ê vê mehê bi rê ve biçe.

Di çarçoveya beşdariya di korbendê de, Serokwezîr Barzanî dê çendîn civîn li gel hijmareke serokwezîr û berpirsên pilebilind ên cîhanê pêkbîne, û li ser derfetên pêşxistina hevkariyên bo Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên aborî, bazirganî de gotûbêj bike.

Herweha îsal jî “Mala Kurdistanê - Kurdistan House” li Davosê ku sala borî li ser pêşniyara Serokwezîr Barzanî hat vekirin, dê çendîn çalakiyan bi beşdariya hejmarek veberhêner, sermayedar û karsazên Kurdistanê bi armanca danasîna Herêma Kurdistanê saz bike.