Bogdanov naveroka civîna ligel El-Şerî eşkere dike

Bogdanov naveroka civîna ligel El-Şerî eşkere dike

Welat TV - Hewlêr

Di yekem serdan de piştî jinavçûna rêjîma Esed, şandeya Rûsî çend pirsên girîng ligel rêveberê desthilata nû ya Sûriyê, Ehmed El-Şerî, gotûbêj kirin.

Şandeya Rûsyayê bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Efrîqa û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev bû, ku duh Duşemê bi serdanekê gihîşt Şamê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ji rojnamevanan re got: “Gotûbêj bi giştî avaker bûn û baş derbas bûn, sê saetan dom kir. Gotûbêj ji aliyê serokê rêveberiya nû ya hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şerî ve hat birêvebirin, û di danûstandinan de Wezîrê Derve Esad Şeybanî jî beşdar bû” li gor ku ajansa fermî ya Rûsyayê TASS belav kiriye.

Bogdanov bal kişand ser wê yekê ku “şandeya Rûsî di gotûbêjan de tekezî li ser cewherê peywendiyên dostane yên kevneşopî kir ji dema ku Sûriyê serxwebûna xwe bi dest xist piştî şerê cîhanî yê duyem” û weha berdewam kir “em bi gelê Sûriyê ve bi têkiliyên dostane û hevkariyê ve girêdayî ne. Me li ser mijarên têkiliyên bazirganî û aborî jî gotûbêj kir. Û Em li ser avakirina hevkariyek mifadar bo her du aliyan, rijdin.”