Turkiyê gundewarê Kobaniyê bombebaran kir

Turkiyê gundewarê Kobaniyê bombebaran kir

Welat TV - Hewlêr

Balafirên şer ên Turkiyê gundewarê Kobaniyê bombebaran kirin û ziyan hatin tomarkirin.

Îro balafirên Turkiyê xalek li nêzîkî bajarokê Sirînê li başûrê Kobaniyê bombebaran kir, di encamê de ziyanên madî hatin tomarkirin bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanên canî de hebin.

Li aliyekî din jî, balafirên Turkiyê hijmarek xal li nêzîkî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê bombebaran kirin bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanan de hebin.

Ev demeke Turkiyê gundewarê Kobaniyê bombebaran dike, di encamê de, bi dehan welatî, ku di nav wan de zarok hene, bûne qurbanî.

Her weha di bombebaranên Turkiyê de, westgeha avê ya rojavayê Kobaniyê têk çû û 50 gund ji avê bê par mane.

►Her weha bixwîne: 11 kes di topbaraneke Turkiyê de li gundewarê Kobaniyê birîndar bûn