Hezkiryên Reşîd Sofî xatir ji wî xwest

Welat TV – Hewlêr

Hunermendê Kurd ê navdar Reşîd Sofî duh di 72 saliya xwe de, Ûda xwe danî û li bajarê Kobaniyê koça dawî kir.

Di merasîmên bixasipartina wî de, cemawer, dost, hezkiryên wî û xelkê Kobaniyê beşdar bûn, hin kesan bi girî û hin kesên din jî bi gotinên xweş xatir ji wî xwest.

*Stûna hunerê bû

Hunermend Se´dûn Kobanî ku di merasîmên bixaksipartinê de beşdar bû ji Welat TV re got ku Reşîd Sofî stûna hunerê bû li Kobaniyê, bar kir lê berhemeke hunerî ya zengîn li pey xwe hişt.

*Gelek çav bê xew man

Pizîşk Bextiyar Hisên ku ji dostên Reşîd Sofî ye, bi keser xatir dixwaze û dibêje şeva bûrî gelek çav ji ber koçbarkirina Reşîd Sofî bê xew man, Hisên dibêje: "Mirovê Kobanî taybetmendiyeke xwe heye û Reşîd Sofî Kobanî bû".

*Mirovekî paqij bû

Hevserokê Hevbeş ê Yekîtiya Rewşenbîran Li Kobaniyê Ehmed Dalî jî dixwaze xatir ji Sofî bixwaze lê hêsirên wî bi wî erkî radibin: "Ew mirovekî pir paqij bû".

Reşîd Sofî zengiloga xelkê Kobaniyê bû ku kêfxweşî, êş û azarên wan nîşan didan, Sofî xwedan gelek berhemên hunerî bû weke Gulistana Dil, Xweziya Hêvî, û warê şêran xweş Kobanî, ku nifiş li pey nifş li ser starnên wî mezin bûn.

Di dema dawiyê de rewşa tenduristî ya hunermend Reşîd Sofî têk çû û şeva bûrî, 17 Sibata 2025an li nexweşxaneyeke bajarê Kobanî, koça dawî kir.

►Her weha bixwîne: Hunermend Reşîd Sofî koça dawî kir