Turkiyê û grûpên bi ser ve Girê Spî û Til Temir topbaran kirin

Turkiyê û grûpên bi ser ve Girê Spî û Til Temir topbaran kirin
Erşîf

Welat TV - Hewlêr

Turkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve gundewarên Til Temir û Girê Spî topbaran kirin û ziyan hatin tomarkirin.

Îro Turkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve heijmarek xal li gundên Til Lebin û Gozeliyê li nêzîkî rêya M4 li gundewarê rojavayê Til Temir topbaran kirin, di encamê de ziyanên madî hatin tomarekirin bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanên canî de hebin.

Her weha, Turkiyê hijmarek xal li gundewarê Girê Spî topbaran kirin û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Ev demeke, Turkiyê û grûpên bi ser ve, gundewarên Girê Spî, Til Temir û Zirganê topbaran dike, di encamê de ziyanên canî û madî hatine tomarkirin.

►Her weha bixwîne: Turkiyê gundewarê Kobaniyê bombebaran kir