Yekîtiya Ewropa hejmarek siza li ser Sûriyê rakirin.. Çi siza ne?

Yekîtiya Ewropa hejmarek siza li ser Sûriyê rakirin.. Çi siza ne?
Yekîtiya Ewropa hejmarek siza li ser Sûriyê rakirin.. Çi siza ne?

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Ewropayê hejmarek ji sizayên li ser Sûriyê hatî sepandin ragirtin. Hin ji wan girêdayî enerjî û veguhastinê ne.

Îro piştî civînekê li Bruksilê, Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de rakirina sizayan li ser herdu kartên enerjî û veguhastinê ragihand.

Her weha siza li ser 4 bankên Sûrî û kompaniya hêlên esmanî ya Sûrî rakirin.

Yekîtiyê sînordariyên hatî sepandin li ser Banka Navend a Sûrî sivik kirin, û dema lêborîna ji bo asankirina radestkirina alîkariyên mirovî dirêj kir.

Li aliyekî din, Yekîtiya Ewropayê sizayên girêdayî desthilatdariyên Rêjîma Beşar Esed ya hilweşandî, hiştin û ranekirin. 

Wezîrên Ewropî tekez kiriye ku ew ê di şopandina rewşê de li Sûriyê berdewam bin, da ku xwe ji guncawbûna ragirtina sizayan piştrast bikin.