Hunermend Dîlma Sofî: Hewlêr mala min a duyem e

Welat TV - Hewlêr

Hunermenda ciwan Dîlma Sofî di sala nû de amadekariya derxistina albûmekê dike. Di hevpeyvîneke taybet de hûrguliyên jiyana xwe parve kirin û projeyên xwe eşkere kirin.

Welat TV hevpeyvîneke taybet pê re encam da, hunermenda kurd ragihand: Ez Herêma Kurdistanê weke mala xwe ya duyem dibînim, tu carî ez hest bi penaberiyê lê nakim. Pêşmerge ji me re çira ne em ê her dem ji xwe re rêzan û pêşeng bibînin.


Naveroka Hevdîtinê:

*Weke hunermendekê, sala 2023yan çawa bi te re derbas bû, gelo te hêvî û planên xwe bi cî kirin?
**Di destpêkê de derfetê bide min ez silavên germ ji karmendên kenala Welat TV re bişînim, hêviya serkeftinê ji we re dixwazim, derbarê pirsa te sala 2023yan sala xweşî û nexweşiyê bû, sala keyf û girî bû, bi hêvî ne sala nû hemû omîd, xewn û hêviyên me bi cî bibin. Di sala borî de min kilîpa xwe ya bi navê Bûkê belav kir, bêguman sala nû jî dê berhemên nû jî hebin, di demekê nêzîk de bi alîkariya muzîkjen Sîdad Qedrî ez ê berhemeke nû pêşkêş bikim.

*Tu hîn zarok bû te ji pêşmergeyan re stran gotin, hestên te çi bûn?
**Rast e, ez hîn biçûk im min serdana hêzên pêşmergeyan kir, li gel mamosteyê nemir Mihmemd Teyib Tahir û Mehmûd Elî Şakir, ez çûm, wê demê du carî ez şa bûm, yekem ku ez li gel mamosteyên mezin diçim û duyem dîtina hêzên pêşmerge bû, ji ber ku pêşmerge ji me re çira ne û em bi wan hene, em bi wan serbilind in em ê her dem ji xwe re rêzan û pêşeng bibînin, her çiqas derfet vebe ez ê ji wan re stranan bibêjim.

*Çima Dîlma zimanê dayîkê hilbijart?
**Pir stranbêj hene bi zimanê erebî yan turkî stranan dibêjin, ez ne ji wan im, di baweriya min de divê zimanê me were vejandin û parastin, hunermend divê bi doza xwe ve girêdayî be û dengê gelê xwe be.

*Wate erk e li ser hunermend stranên netewî û niştîmanî bibêje?
**Ez dibînim erk e belê, dema tu li ser bajarê xwe, welatê xwe bistirî tu nameyekê dişînî, lê curên din jî xebat e. Min stran li ser Kurdistan, Kobanî û welat gotine, min di nava pêşmergeyan de stran gotin, lewma divê hunermend bi kultur, çand û folklora xwe şanaz be.

*Kî ji te re piştevan e?
**Piştevanên min, malbata min, hevalên min, hezkiriyên min, kesên bi min bawer in û kesên pêşerojeke xweş ji min re dixwazin, her kesek piştevaniya min bi like yan komentekê kiriye, ez spasdarê wan im.

*Te çend berhem, kilîp û stran berham anîne?
**Ez xwediya 5 stranan im ku bi şêweya kilîp hatin belavkirin yek ji wan a hunermendê mezin Ciwan Haco bi navê Bese Binale, û stranek bi bav û dayîka xwe re bi navê Kobanî me çê kiriye, niha amadekeriya albumekê dikim, ez bi niyaz im, lê dîsa derfet kengî vebû em ê bi dawî bikin.

*Bandora kîjan hunermendî li ser te heye?
**Ez bêtir bi kultur û folklora kurdî ve girêdayî me, hunermendên me yên kevin di dilê min de ne, rêza min ji hemûyan re heye.

*Jiyana penaberiyê bandor li ser te kiriye gelo?
**12 sal in em li Herêma Kurdistanê dimînin, tu carî em xwe nabînin pebaner êdî ew qonax me derbas kiriye em hest bi penaberiyê nakin.

*Te di vê dawiyê de serdana Kobanî kir te hest bi çi kir rewş çawa dît?
**Sersala 2022yan me serdana Kobanî kir me kesûkarên xwe dîtin, bi rastî bandora şer gelekî li ser wan heye û kiriye, bi hêvî me şerê Sûriyê bi dawî were û her kesek vegere ser mal û warê xwe.

*Dawîn pirsiyar: Tu pêşbênî dikî ku sala nû dê bibe sala bicîkirina xewn û hêviyan?
**Mirov li ser hêviyan e, lewma em hêviyên xwe nabirin, em ê her geşbîn bin, ji ber ku geşbînî, reşbîniyê dikuje, dubare ez hêviya xêr û xweşiyê bi hemûyan dixwazin, sala aştî, aramî û seqamgîriyê be, di nêzîk de ez bi berhemeke nû derdikevim, dîsa spasiya Welat TV dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.