Di bin sîwana El-Hicrî de.. Hijmarek grûpên çekdar li Siwêdayê hevkarî ragihand

Di bin sîwana El-Hicrî de.. Hijmarek grûpên çekdar li Siwêdayê hevkarî ragihand

Welat TV - Hewlêr

Hijmarek grûpên çekdar li gundewarê bakurê Siwêdayê kom bûn da ku bi hev re, di bin sîwana Hikmet El-Hicrî de, kar bikin.

Îro hijmarek grûpên çekdar li nêzîkê bajarokê El-Buseynê li bakurê Siwêdayê kom bûn û got armanca wan karê hevbeş li gor berjewendiya giştî ye.

Kombûnê diyar kir jî ku ew di bin sîwana serokê ruhanî yê Durziyan Hikmet El-Hicrî de kar dikin, ji bo bicîkirina aramiyê li deverê.

24ê Sibatê jî, Endamê odeya operasyonên Siwêdayê Beha´ Cemal îro ji Welat TV re da zanîn ku hikûmeta Şamê tu dilrihetî yan piştgiriyeke lojistîk pêşkêşî pêkhateyên parêzgeha Siwêdayê nekiriye.

Beha´ Cemal got: ”Ji mafê Israîlê ye ku sînorê xwe biparêze û ez weke kesayetî pêşwaziyê li daxuyaniyên Israîlê derbarê Durziyan de dikim, mirovên me li Israîlê hene û girêdaneke olî ya bihêz di navbera me û wan de heye”.

►Her weha bixwîne: Benjamin Netanyahu: Em nahêlin artêşa Sûrî derbasî başûrê Şamê bibe