Girjî berdewam in.. Hêzeke ewlekarî debasî Ceremana li Gundewarê Şamê bû

Girjî berdewam in.. Hêzeke ewlekarî debasî Ceremana li Gundewarê Şamê bû

Welat TV - Hewlê

Hêzên ewlekarî yên hikûmeta karbirêker a Sûrî îşev li nava bajarokê Ceremana li Şamê belav bûn.

Rêveberê Ewlekariya parêzgeha Gundewarê Şamê Husam El-Tehan ji ajansa Sana re got ku hêzên wan derbasî Ceremana bûne da ku kesên berpirs di ber kuştina endamekî ewlekariyê de bigrin.

El-Tehan da zanîn jî ku hêzên wan dê tevlîheviya li Ceremana bi dawî bikin û rêbendên nerewa rakin.

Li gorî, Husam El-Tehan çekdarên li Ceremana derketine derveyî desthilata dewletê û hemû nabvênkarî û rêkeftin red kirin, lê ew qebûl nakin tu deverek li Sûriyê li derveyî desthilata dewletê be.

Ev du roj in, girjî li bajarê Ceremana li gundewarê Şamê di navbera ewlekariya hikûmeta karbirêker a Sûrî û grûpeke çekdar de derketine holê, di encamê de kuştî û birîndar hene.

►Her weha bixwîne: Hijmarek grûpên çekdar li Siwêdayê hevkarî ragihand