Koçberkiriyên Efrînê termên miriyên xwe bi xwe re vediguhêzin

Koçberkiriyên Efrînê termên miriyên xwe bi xwe re vediguhêzin

Welat TV – Hewlêr

Kurdên ku vedigerin Efrînê termên miriyên xwe jî bi xwe re vediguhêzin, û careke din li gundên xwe vedişêrin.

Li gorî jêderên Welat TV, malbatên Kurd ên ku vedigerin Efrînê, termên miriyên xwe ji Şehbayê vediguhêzin Efrînê.

Jêderan tekez kir, Ji ber vekirina rêyên Efrînê û Helebê, êdî vegera Kurdan hêsan bûye, û rojane malbat ji Helebê vedigerin Efrînê.

*Şerê 2018an

Di sala 2018an de, ji ber operasyona leşkerî ya Turkiyê li ser Efrînê zêdetirî 300 hezar Kurd ji Efrînê derketine û berê xwe dan Şehba, Heleb û deverên din.

*Veger

Piştî ketina Esed û guhertinên li Sûriyê çêbûne, û derketina devera Şehba ji destê "Rêveberiya Xweser" a PYD, bi dehê hezaran ji malbatên Kurd vegeriyane Efrînê.

*10 hezar malbat vegeriyane

Li gorî dawîn amarên ku ji serokê xwecihiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê Ehmed Hesen, ji dema ketina Esed ve, 10 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê û navçeya wê.

Ehmed Hesen daye zanîn ku bi dehê hezaran ji malbatên Ereb vegeriyane warên xwe, û rojane veger heye.

►Her weha bixwîne.. Ji 4 gundên Efrînê nêzîkî 120 malbatên Ereb ên hawride derketin