Şerûpevçûn li gundewarê Laziqiyê derketin

Şerûpevçûn li gundewarê Laziqiyê derketin

Welat TV - Hewlêr

Grûpeke çekdar êrîşî rêbendeke hêzên ewlekarî yên hikûmeta karbirêker a Sûrî li bajarê Ceblê li gundewarê Laziqiyê kir.

Îro grûpeke çekdar êrîşî rêbendeke ewlekariya hikûmeta karbirêker kir, di encamê de hijmarek kes hatin kuştin û birîndar hene.

Di vê derbarê de, rêveberê ewlekariya giştî li Laziqiyê Mustefa Kinêfatî ji ajansa Sana re got ku ew grûp ji paşmayên Rêjîma Esed e, bi Suhêl El-Hesen ve ye, yek ji encamderên tawanên cengî li Sûriyê.

Her weha, hêzên ewlekariyê yên hikûmeta karbirêker li nêzîkî gundê Bêt Ana li lazqiyê belav bûn û hilmeteke pişkinînê encam da, ew yek jî, piştî ku kesên nenas gule berdan gereke ewlekariya hikûmeta karbirêker li wê deverê.

►Her weha bixwîne: Ewlekariya hikûmeta karbirêker hilmeteke pişkinînê li Laziqiyê encam da