UN şerê li Sûriyê şermezar dike û banga rawestandina şer û parastina sivîlan dike
Welat TV - Hewlêr
Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirî, António Guterres dilgiriya xwe ji bûyerên Berava Sûriyê nîşan da.
Stéphane Dujarric Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirî UN di kongireke rojnamevanî de got, António Guterres tevaya kiryarên tundûtûjiyê li Sûriyê şermezar dike, û bang li hemû aliyan dike ku şer rawestînin û sivîlan biparêzin.
*Lihevhatin û qonaxa veguhêz a aştiyane
Stéphane Dujarric da zanîn, Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirî ji pêşhateyên metirsîdar ên li Sûriyê dilgiran e, û tekez kiriye ku piştî 14 salan ji şer û nakokiyan, divê lihevhatin û qonaxa siyasî veguhêz a aştiyane, karê sereke yê Sûriyan be.
Stéphane Dujarric got jî, Sûrî hêjayî aştiya berdewam, geşepêdan û dadmendiyê ne.
*Gier Pedersen
Ji aliyê xwe ve, Şandiyê Navdewletî bo Sûriyê Gier Pedersen, got, Ji şerûpevçûnên li devera Berava Sûriyê û hebûna qurbaniyên sivîl, dilgiran in. Pêwîst e hemû alî xwe kontrol bikin û rêz li parastina sivîlan bigirin li gor yasaya navdewletî were gerentîkirin.
Şandiyê Navdewletî bo Sûriyê Gier Pedersen tekez kir, Divê hemû alî xwe dûrî kiryarên ku bibin sedema têkdana aramiya Sûriyê û veguhastina siyasî, bikin.
Her weha bixwîne.. Elmanya banga dîtina çareseriyên aştiyane li Sûriyê kir