Brîtaniya li ser bûyerên Berava Sûriyê: Karekî hovane ye

Brîtaniya li ser bûyerên Berava Sûriyê: Karekî hovane ye

Welat TV - Hewlêr 

Brîtaniya ragihand ku bûyerên li Berava Sûriyê tên encamdan karekî hovane ye û divê hikûmeta Şamê nexşeriyeke zelal ji bo dadmendiya veguhêz destnîşan bike.

Wezîrê Derve yê Brîtaniya David Lammy li ser tora civakî ”X” got: Li gorî raportan hejmareke mezin ji sivîlan di tundûtûjiyê de li Berava Sûriyê hatine kuştin û karekî hovane ye.

*Dadmendiya veguhêz

Lammy da zanîn ku divê hikûmeta Şamê hemû Sûriyan biparêze û nexşeriyeke zelal ji bo dadmendiya veguhêz destnîşan bike.

*Helwesta Emerêka

Wezîrê derve yê Emerîka Marco Rubio got: Emerîka kuştina sivîlan bi destê terorîstên Islamî yên tundrew li Rojavayê Sûriyê şermezar dike.

Rubio da zanîn, Emerîka li kêlek pêkhateyan li Sûriyê wek Kristiyan, Durzî, Elewî û Kurdan radiweste û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwaze.

*Sizadana tawanbaran

Wezîrê derve yê Emerîka Marco Rubio got jî, ji hikûmeta demkî li Sûriyê tê xwestin encamderên komkujiyan li dijî kêmîneyan li Sûriyê siza bide.

►Her weha bixwîne.. Brîtaniya hişyarî ji zêdebûna girjiyan li Berava Sûriyê da