Ehmed El-Şeri': Em ê aştiya sivîl û civakî li Sûriyê biparêzin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' piştî bûyerên Berava Sûriyê gotarek pêşkêş kir û got, şerê me bi paşmayên rêjîma Esed re ye.
Ehmed El-Şeri' da zanîn ku Sûriyê li pêş pîlanên navdewletî û metirsiyên paşmayên rêjîmê berê ye, û tu bijarde li pêş paşmayên rêjîmê ji bilî xweradestkirin û danîna çekan tune ye.
El-Şeri' diyar kir, em ê aştiya sivîl û civakî û pêkvejiynê li Sûriyê biparêzin û em rê nadin aliyên derekî destwerdanê di Sûriyê de bikin.
Ehmed El-Şeri' da zanîn, ku Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve dê bihêz û yekgirtî bimîne û em ê tawanbaran siza û dadgeh bikin.
*Avakirina komîteyeke bilind
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' biryara avakirina komîteke bilind ji bo parastina aştiya sivîl da.
*Komît ji 3 kesan pêk tê û erkên wê ev in:
*Encamdana pêwendiyên rasterast li gel xelkê Berava Sûriyê
*Pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst bo xelkê Beravê
*Karkirin ji bo bihêzkirina yekîtiya niştîmanî