Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî

Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî fermandarê HSD, îro 10ê Adarê 2025an, rêkeftinek derbarê “tevlîkirina HSD di nava saziyên Sûriyê de û tekezî li ser yekbûna xaka Sûriyê û redkirina dabeşkirinê” îmze kir.

Serokatiya Sûriyê xalên rêketinê belav kirin, û ji 8 xalan pêk tê.

*Xalên rêketinê ev in: 

*Gerentîkirina mafên tevaya Sûriyan di nûnertî û beşdariyê di proseya siyasî û tevaya saziyên dewletê de, li ser bingeha pisporiyê û dûr ji girêdana Olî û Netewî

*Civaka Kurdî civakeke resen e di dewleta Sûrî de, û dewlet mafê welatîbûn û tevaya mafên destûrî gerentî dike

*Rawestandina şer li tevaya xaka Sûriyê

*Tevlîkirina tevaya saziyên sivîl û leşkerî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê di nava rêveberiya dewleta Sûrî de, di nav de jî Dergehên Sînorî, balafir û zeviyên petrol û xazê

*Gerentîkirina vegera tevaya koçberkiriyên Sûrî bo bajarok û gundên wan û parastina wan ji aliyê dewletê ve

*Piştgiriya dewleta Sûrî di jinavbirina paşmayên terorê de û tevaya gefên ku li ewlehî û yekbûna wê tên kirin

*Redkirina bangên dabeşkirin, gotara kînê û hewlên belavkirina fitnê di navbera tevaya pêkhateyên civaka Sûrî de

*Komîtên bicîkirinê dê kar bikin ji bo bicîkirina rêkeftinê beriya bidawîbûna vê salê