Lihevkirinek di navbera parêzgarê Siwêdayê û hejmarek siyasî hat îmzekirin
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Siwêdayê di hikûmeta karbirêker a Sûrî de Dr. Mustefa Bekûr û hejmarek siyasetmedarên Siwêdayê bi beşdariya Hikmet El-Hicrî Serokê Ruhanî yê Durziyan li Sûriyê îro li ser belgeyekê li hev kir.
Belgeya ku hatî îmzekirin ji hejmarek xal pêk tê, wek çalakirina doseya polîs û hêzên ewlekarî di çarçoveya Wezareta Navxwe de, dana mûçeyên karmendên hikûmî û vegerandina kesên ku piştî hilweşîna Rêjîma Esede ji kar hatine dûrxistin bo karê wan.
Her weha, encamdana çaksaziyan di dezgehên hikûmî de, destnîşankirina endamên nivîsgeha cibcîkar a demkî, parastina aştiya civakî û hejmarek xalên din ji bo başkirina rewşa parêzgehê.
Li gorî belgeyê, kesên ku li ser vê rêkeftinê îmze kiriye dê weke komîteyekê be ji bo bicîkirina xalên belgeyê û dîtina çareseriyan ji her pêşhateyekê re.
Di vê derbarê de, jêderekê ji Serokatiya Ruhanî ya Durzaiyan li Sûriyê ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî re da zanîn ku ev belge zincîrek daxwazên parêzgehê ne ji rêveberiya nû û ne rêkeftin e.
►Her weha bixwîne: Mezlûm Ebdî: Ev rêkeftin ji bo avakirina Sûriya nû derfeteke rasteqîne ye