Serkirdeyekî MSD: El-Şeri´ karê Esed dubare dike
Welat TV - Hewlêr
Serkirdeyekî Encûmena Sûriya Demokratîk ”MSD” rexne li ragihandina destûrî bo qonaxa veguhêz li Sûriyê kir û got El-Şeri´ karê Esed dubare dike.
Îro serkirdeyê MSDê Hesen Mihemed Elî di daxuyaniyekê de got ku serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz karê Beşar Esed serokê Rêjîma Sûrî ya berê di warê destûr û yasayan de dubare dike.
Serkirdeyê Encûmena Sûriya Demokratîk da zanîn jî ku birêveberina dewletê li ser bingehên olî wê berev tevlîheviyê dibe.
Li gorî daxuyaniyê, destûra Sûrî bo qonaxa veguhêz nerewa ye û ne li gor rêkeftina Ehmed El-Şeri´ û fermandarê HSD Mezlûm Ebdî ye.
►Her weha bixwîne: Xalên rêkeftina Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî