MSD: Em Ragihandina Destûrî ya Sûrî red dikin

MSD: Em Ragihandina Destûrî ya Sûrî red dikin
MSD: Em Ragihandina Destûrî ya Sûrî red dikin

Welat TV - Hewlêr

MSDê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bi giştî Ragihandina Destûrî ya Sûrî red dikin.

MSDê îro Înê, daxuyaniyek derbarî Ragihandina Destûrî belav kir û got: "Kongira Diyaloga Niştîmanî ne pak bû û her encameke ku li ser ava bibe dê nikaribe doza niştîmanî çareser bike".

Got jî ku "reşnivîsa Ragihandina Destûrî çêkirina stemkariyê ye bi dariştineke nû, û navendiyê diçespîne û desthilatdariyeke berfireh dide desthilata bicîkar".

Her weha daye xuyakirin: "Ragihandin karê siyasî sînordar dike û mîkanîzmên zelal ji bo dadweriya veguhêz paşguh dike.

Em her hewleke dubare çêkirina diktatoriyê di bin perdeya Qonaxa Veguhêz de red dikin û tekez dikin ku divê Ragihandina Destûrî berhema lihevkirina niştîmanî ya rasteqîne be".

MSDê banga dubare dariştina Ragihandina Destûrî kir ku "danpêdanê bi mafên tevaya pêkhateyan bike, û sîstema ne navendî demokratî were qebûl kirin".