Şam.. Hevpeymaniya Welatîbûna Sûrî ya Yeksan "Temasuk" hat avakirin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek şepêl, partî û rêxistinên siyasî di nav wan de MSDê û Pêşverû jî hene, li Şamê avakirina laşekî siyasî bi navê Hevpeymaniya Welatîbûna Sûrî ya Yeksan "Temasûk", ragihand.
Di daxuyaniya damezirandinê de wê hevpeymaniyê daxwaza sîstema nenavendiyê li Sûriyê kiriye û her weha banga "lidarxistina kongireke niştîmanî ya giştî li gorî binemaya biryara 2254" kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, "pêwîstiya Sûriyê bi hevpeymaniyke herî fireh û lihevkirinekê di navbera Sûriyan de bi tevaya pêkhateyên wan" heye, û "pêwîstî bi destnîşankirineke zelal a erkên mezin û hevkarî ji bo pêkanîna wan" heye.
Di daxuyaniyê de hatiye ku hin ji wan erkên mezin ev in:
"Bihêzkirina yekîtiya Sûriyê, parastina aştiya sivîl, çareserkirina doza Kurdî bi awayekî demokratî niştîmanî dadmend. Doza jina Sûrî û mafên wê û doza ciwanan û rola wan dozên sereke ne ji bo tevaya Sûriyan".