Goristaneke din a bikom li Sûriyê hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Goristaneke bikom li gundewarê Şama paytexta Sûriyê hat dîtin, termên 3 kesên nenas tê de bûn.
Berevaniya Sivîl a Sûrî da zanîn, li nêzîkî bajarê Yebrûd li gundewarê Şamê goristaneke bikom hat dîtin, termê 3 kasan ku ta niha nasnameya wan ne diyar e tê de hat dîtin.
Li gorî Bervaniya Sivîl tê pêşbînêkirin ku 2 term ên mêran in û yê din ê jinekê ye.
Berevaniyê diyar kir ku tîmên wê her 3 term radestî nivîsgeha pizîşkiya dadwerî li bajarê Şamê kir ji bo naskirina nasnameya wan.
Ji dema ketina rêjîma Esed ve bi dehan goristanên bikom li Sûriyê hatine dîtin.
*20 goristan
Rewnageha Sûrî ya Mafên Mirovan di dawiya Sibata bûrî de ragihand ku, ji dema ketina rêjîma Esed ve di 8ê Berçileyê de, 20 goristanên bikom li deverên cuda yên Sûriyê hatine dîtin.
Her weha bixwîne.. Goristaneke bikom li biyabana parêzgeha Dêra Zorê hat dîtin