Komîta Dûvçûna Rastiyan: Me 9 cihên binpêkirinan li Berava Sûriyê pişkinîn kirin

Komîta Dûvçûna Rastiyan: Me 9 cihên binpêkirinan li Berava Sûriyê pişkinîn kirin
Komîta Dûvçûna Rastiyan: Me 9 cihên binpêkirinan li Berava Sûriyê pişkinîn kirin

Welat TV - Hewlêr

Komîta Dûvçûna Rastiyan ya ji bo bûyerên Berava Sûriyê ragihand ku pêwîstiya wan bi hevkariya hemûyan heye ji bo eşkerekirina rastiyan.

Îro 25ê Adarê, Yasir El-Ferhan Berdevkê Komîta Dûvçûna Rastiyan di kongireke rojnamevanî de li Şamê diyar kir ku ta niha wan 9 cihên binpêkirinan pişkinîn kirine, û li dîdevaniya aliyên ewlehî, leşkerê û sivîlan li laziqiyê guhdar kiriye. 

Her weha got ku wan ta niha bêtirî 30 agahdarî derbarî bûyerên çêbûyî wergirtiye.

*Dadgeheke taybet bi tawanbaran

El-Ferhan da zanîn ku mercên wan ne nimûneyî ne û pêwîstî bi hevkariya hemûyan heye ji bo eşkerekirina rastiyan. 

Got jî: "Civîna me li gel navbênkarê navdewletî derbarî Sûriyê, erênî û zelal bû û komîteyê pêşwazî li hevkariya navdewletî di warê pêşkêşkirina şêwir û pisporiyê de, kir".

Berdevkê Komîta Dûvçûna Rastiyan eşkere kir: "Egereke mezin heye ku dadgeheke taybet ji bo dûvçûna tawanbaran were avakirin". her weha tekez kir ku ew encamên destpêkî yên lêkolînan belav nakin, û encamên dawî dê belav bibin.

►Her weha bixwîne.. Rewangeha Sûrî: 2089 kes li Berava Sûriyê hatine kuştin