Amensty: Bûyerên Berava Sûriyê tawanên cengî ne

Amensty: Bûyerên Berava Sûriyê tawanên cengî ne

Welat TV – Hewlêr

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amensty got ku bûyerên Berava Sûriyê tawanên cengî ne û hikûmeta Sûriyê berpirs e di ber tevlîheviya xwînrêj e.

Rêxistinê di raportekê de îro 3yê Nîsana 2025an, got, milîsên alîgir ji hikûmeta Sûriyê re li bajarê Baniyasê yê Beravê, di her du rojên 8 û 9ê Adarê de bêtirî 100 kesî kuştine. 

*32 li ser nasnameyê hatine kuştin

Rêxistinê da zanîn ku 32 kes ku ji pêkhateya Elewî li ser nasnameyê hatine kuştin. 

*Tawanên cengî

Emîndara giştî ya rêxistinê, Anês Kalamar got, ev cure tawana bimebest dibe tawanên Cengî, û daxwaza sizadana encamderên komkujiyên hovane kir.

Kalamar tekez kir, nebûna dadmendiyê dê Sûriyê vegerîne gereke nû ji rijandina xwînê.

Rêxistina lêborîna Navdewletî Amensty banga lêkolînên serbixwe û karîger derbarê van tawanan kir.  

►Her weha bixwîne.. Rewangeha Sûrî: 973 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin