Berpirsek ji Efrînê re hat destnîşankirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê ya nû berpirsek ji herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê re destnîşan kir.
Mesûd Betal weke berpirsê herêma Efrînê hate destnîşankirin.
*Endamê komîteya danûstandinan bi HSD re bû
Mesûd Betal endamê komîteya danûstandinan bi HSD re bû, weke berpirsê Efrînê hat destnîşankirin, her weha du berpise ji du deverên din re destnîşan kirin.
Betal Kurd e, ji Qamişlo ye, ji deyîkbûyê sala 1991ê ye û derçûyê kolêja cengî ye.
Beriya niha hejmarek postên ewlehî û rêveberî di hikûmeta Înqaz a Idlibê de wergirtibûn.